Roja 17ê Adarê ku roja “Pasdar”e, rêûresmek bi beşdariya “Xamineyî” û karbidestên siyasî û nizamiyên rejîma Îranê birêveçû di wê rêûresmê de serokê sitada hevpar yê hêzên çekdare rejîmê tekezî kir ku dê Îsraîlê ji nav bibe.
Di wê rêûresmê de ku pasdarê terorîst “Mihemed Baqirî” basê ji nav birina Îsraîlê kiriye di halekê deye ku rikeberiya di navbera Îran û Îsraîlê di rewşek hestiyar deye.
Her di vê rojê de Serokomarê Îsraîlê di sefera xwe de bo çend welatên Evropayî ,bi rûhnî got: “Pêdviye diniya li dijî desd dirêjiyên rejîma Îranê yek deng be”.
Rojekê piştî wê rêûresmê “Xamneyî” piştîvaniya xwe li spaha Pasdaran ragihand.
Xamineyî 25 sal temen bo Îsraîlê nîşan kiriye û berpirsên ewlehî û leşkerî û şûnketiyên biriyara Xamneyîne xwe erkdar dizanin ku ew biriyarê cî bi cî bikin.
Heyameke ku berpirsên rejîma Îranê berdewam gefan dixwen û “Hesen Rûhanî” Serokomarê Rejîma Îranê rû li welatên deverê û Amerîkayê basa wê yekê kiriye ku şer digel Îranê dayîka hemû şerane.