
Rejîma Îranê ragihandiye: “Sindûqa Reş” ya balafira Ukraynê piştî heyamekê, di heftiya bê, em dê bo welatê Feransê bişînin.
Roja Duşemî, 22`ê Hezîranê, Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemed Cewad Zerîf” di hevpeyvîneke telefonî digel Wezîrê Derve yê Kanada, “Firanswa Fîlîp Şampeyn” (François-Philippe Champagne), ew agehdar kiriye ku di heyamê wan çend rêjên bê de, “Sindûqa Reş” ya balafira Ukraynê, bo xwendina datayên hundirê wê Sindûqê, dê bo welatê Firansê bişîne.
Li ser wê mijarê, roja Dûşemî, 22ê Hezêranê, Serkomarê Uklraynê, “Vîladêmir Zêlnêskî” (Volodymyr Oleksandrovych Zelenskyi), gef ji rejîma Îranê xwaribû ku hekî soz û pêbendiyên xwe li ser xistina xwarê ya balafirê bi cih neyîne, dê dadgehên navnetewî de, Şikayetê ji Îranê bike.
Herwisa Serkomarê Ukraynê baskiriye ku mijar tenê “Sindûqa Reş” nîne û Îranê hin soz dane ku dibe bi cih bîne.
Spaha terorîste Pasdarana, di 18`ê Befranbar a sala derbasbûyî de, balafira misafirhilgir ya Boîng 737 ya “Kompaniya Navnetewî ya Esmaniya Ûkrayn”ê, bi lêdana 2 mûşekan, xiste xwarê û 176 kes yên di wê balafirê de, bi awayekî hovane kuştin.