Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Cewad Zerîf: “Rola min li 8 sal siyaseta derve a Îranê de sifir e”

11:14 - 24 Kanûna Paşîn 2021

Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemed Cewad Zerîf”, îtiraf kir ku rola wî di siyaseta derve ya rejîma Îranê de sifir bûye û ew bi tenê bi rêveberê fermanan bûye.

Roja Şemî 23ê Kanûna Paşîn, Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemed Cewad Zerîf”, tevî baskirina wê yekê ku, ti carî gotinên xwe sansor nekiriye daye xuya, ku di siyaseta derve a rejîma Îranê de ti rolek tinebûye û bi tenê fermanên ku pêre hatine dan cî bi cî kiriye; Gotina wî asta dîktatoriya rejîmê û rola “Elî Xamineyî” li ser tewawê biryaran nîşan dide.

Biryardan û fermana cîbicîkirina wan biryaran di Îranê de bi tewawî ji aliyê rêberê rejîma Îranê, “Elî Xamineyê” ve têne dan û gotina Wezîrê Derve yê rejîma Îranê wê rastiyê dide xuya.

Lewma hêzên demokratîk û azadîxawaz yên li dijî rejîma Îranê tim caran ragihandine ku hilbijartin di Îranê de şano ye, berpirsên dezgehên rejîmê şiyana biryardanên girîng tinînin û gotin û manorên wan hertim şano ne û tewawê wan bona xapandina xelkê ye û ew bê îzna “Xamineyî”, nikarin ti karekî bikin an biryarekî bidin.

Di rastiyê de, “Elî Xamineyî”, biryarderê serekî û berprsiyarê tev biryaran e û hemû reşrojî û pirsgirêk û krîzên Îranê li stuyê wî ne.