Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mihemed Emîn Ebas” naskirî bi “Ebû Mizgîn” bi sedema vîrûsa Koronayê koça dawiyê kir

18:03 - 29 Îlon 2020

Pêka nûçeya ku ji aliyê malpera “RÛDAW”ê ve hatiye belavkitrin, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriye (PDK-S), “Mihemed Emîn Ebas” naskirî bi “Ebû Mizgîn” şeva derbasbûyî li dema veguhastin bo nexweşxaneya bajarê Hewlêrê, di rê de bi sedema tûşbûn bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest da.

Hacî Kalo, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demorkat a Kurdistanê-Sûriyê ji “RÛDAW”ê re got: “Mihemed Emîn” li roja Sêşemî ya heftiya derbasbûyî tûşî vîrûsa Koronayê bibû û di nexweşxaneya Azadî ya bajarê “Duhok”ê de hatibû razandin, lê piştî ku rewşa tendirustiya wî xirabtir bû, me xwest wî bi  nexweşxaneyeke din li Hewlêrê veguhazin, lê li dema veguhastinê di rê de canê xwe ji dest da.”

Herwisa Hacî Kalo got: “Termê Mihemed Emîn niha di Pizîşkiya Dadê di bajarê “Duhok”ê de ye û biryar e ku li roja Sêşemê di danê sibêzû de term wî radestî malabta wî bikin.”

Pêka gotina “Hacî Kalo”, biryar e termê wî siyasetvanê Kurd bo Rojavayê Kurdistanê bê veguhastin û li gundê Qastepan a girêdayê bajarê Dêrikê, bi axê bê spartin.

“Mihemed Emîn Ebas”, tevî ku Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê bû, berpirsê rêxistinên vê partiyê li Kempa “Domîz”ê jî bû.