Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Heseko (birasoz): PDKÎ 75 salin her û her piştevanî li mafên gel û welat kiriye û her li ser pêvajoya rizgarîxwaza Kurd bi serbilindî ve wê tê bikoşe

17:55 - 3 Tebax 2020

Li derheq 25ê Gelawêjê, 75emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, me hevpeyvînek digel Rojnamevan û Siyasetmedar yê Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Heseko kir û navbirî wiha bersiv da.

Hevpeyvîn: Keyhan Mihemedînijad

P: Gelo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di serdema avabûna xwe de çiqas hewce bû bo daxwazên neteweya Kurd?

B: Di destpêkê de, salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), li gelê Kurd bi giştî û li gelê Kurd li Rohilatê Kurdistanê bi taybetî pîroz dikim, herwiha pîrzobahiyê li serkirdayetî, Pêşmerge, malbatên şehîdan û dost û alîgirên PDKÎ`ê dikim, herwiha silav û rêz bo hemû damezrêneran û bi taybetî Pêşewa Qazî Mihemed û bejna xwe ji bo pakrewanên PDKÎ ditewînim.

Derbarê pirsa cenabê te, erê damezrandina PDKÎ wek yekem partiyekî siyasî di dîroka Kurdî de hatiye tomarkirin û pêwîstiyeke girîng bû, ji ber ku ew pêngav piştî gelek bizavên gelê Kurd ji bo bidestveanîna maf û daxwazên neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê hat, ji şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî di sala 1879`an de li Bakurê Kurdistanê ku bi yekem şoreşa Kurd ya Netweyî tê nasîn û paşê şoreşa Şêx Seîdê Pîran, Şêx Mehmûdê Hefîd li Başûrê Kurdistanê û şoreşa Simkoyê Şikak li Rohilatê Kurdistanê, lewra damezrandina PDKÎ temamker an xelekeke ji zincîra xebata rizgarîxwaza gelê Kurd bû û wek karvedaneke erênî û rengvedaneke zanistî bû li gor zanista siyasî, ji bo ku bi destveanîna mafên gelan û pêkanaîna armancên gelan tenê bi rêya rêxstin û partiyan re tê kirin, da ku ew rêxistin  nûneratiya gel bik û bibe reng û dengê gel, ew jî bi rêya xwendina rewşa siyasî ya herêmî û ya navdewletî û zanîna fakterên serkeftinê.

P: Gelo PDKÎ bi avakirina Komara Kurdistanê, karî bibe bingeha nasyolîzma Kurd?

B: Piştî şikestîxwarnên şoreş û serhildanên Kurdî li Bakur û Başûrê Kurdistanê, ku evê yekê bandoreke nerînî û bêhêviyek xistibû ser derûna Kurd, lewra ragihandina avakirina Komara Kurdistanê di sala 1946`an bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed gelek hêvîbexş bû û vejîneke bihêz bû ji hest û ramana neteweyî ya Kurd re, û divê ji bîra me neçe peyva pîroz ya Pêşmerge di hêlîna Komara Kurdistanê ji dayîk bû, herwiha wêstgeheke ku mirov dikare gelek pend û şîretan di hemû warên rêvebriyê de jê werbigre, tevî temenê wê ku kêmtir ji salekê bû.. mixabin, lê xizmetek sêcar bêtir ji temenê xwe pêşkêşî civaka Kurdî kir.

P: Gelo Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û rêberên wê heya çi qasekê xwe erkdar zanîn bona gihandin dengê neteweya Kurd li derveyî welat?

B: Ev warê ku di pêvajoya xebata siyasî de gelek girîng û pêwîst e wate warê diplomasî ye. ji ber rol û bandora kar û pêwendiyên dîplomasî, PDKÎ û rêberên wê girîngiyeke baş dan vî warî û leheng û pêşnegê vî warî bê guman siyasetmedarê kurdperwer şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye, ji ber ku Dr. Qasimlo baş zanîbû ku damezrandina pêwendiyan bi aliyên navdewletî re wê doza gelê xwe yê rewa bi wan bide nasîn û herwiha hevaldostan û piştgiran ji dozê re peyda bike, û ji ber rola Dr. Qasimlo ya bi bandor karîbû gelek dost û hevalan ji doza Kurdî re peyda bike, rejîma Îslamî ya Îranê ya faşîzim û xwînrij ev yek bi tirsnak dît ku doza Kurdî bi xwediyê alîgir û doet û pişgirên navnetewê, lewra pilan darêşt bo şehîdkirina Dr. Qasimlo û piştre şehîd Dr. Sadiq Şerfgendî, û ew pêvajo her berdewam e, PDKÎ bi rêya çalakiyên salane û helkeftên Kurdî re ku li derveyî welêt lidar dixîne, him rejîma Îslamî ya Tehranê riswa dike û him jî pêwendiyên dostane digel kesatî û rêxstinên biyanî ava dike û dengê êşa bindestiya gelê Kurd bi cîhana şaristanî dide bihîstin.

P: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê 75 sal beriya niha hate avakirin, gelo tu xebata PDKÎ li derheq parastina keramet, parastina mafê mirov û xebata li dijî serkutkarî, ji destpêka avabûna wê ve heya niha çawa dinirxînî?

B: Eger mirov pêvajoya xebata PDKÎ bişopîn e, wê bizanibe ku ev partî ji roja damezrandina xwe ve, ji ber ku bi armanca parastina rûmet û mafên mirovên Kurd hatiye damezrandin û ji bo bidestveanîna mafên rewayên gelê Kurd hatiye damezrandin, ti carî ji bîr û baweriyên xwe paşve nekişiyaye, û li hemberî siyastên dijminaneyên rejîma Tehranê ya faşîzim û kiryarên hovane bi zîndanîkirin û bidarvekirina xebatkaran li hemû qadên Rohilata Kurdistanê xebataq xwe dimeşîne û her berdewam e. Partiya Pîşewa Qazî Mihemed û şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî, û ev temenê dagirtî ji xebat û têkoşînê û herwiha bi qurbanîdanê, wê ti carî li hember dijmin û neyarên gelê Kurd paşvekişî nekiriye, û wek çawa bû 75 salin her û her piştevanî li mafên gel û welat kiriye û her li ser pêvajoya rizgarîxwaza Kurd bi serbilindî ve wê tê bikoşe.

P: Bi hilkefta 25`ê Gelawêjê 75emîn salvegera avabûna PDKÎ, tu bi giştî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê çawa nas dikî û nerîna te di vê derheqê de çiye? 

B: Partiya Demokrat a Kurdisrana Îranê, partiyekî xwedî xebateke dûr û dirêj e, partiyekî hatiye damezrandin bo bidestveanîna mafên rewa yên gelê Kurd û di vê mijarê de bi dirêjahiya 75 salan pêbend bû bi prensîbên xwe û partiya şehîdan û qurbanîdanê ye, xizmetkarê xelkê xwe ye, dilsozê gel û doza xwe ye, partiyekî xwedî nerîn û şiroveyên dirust e ji rewşa siysî re.

Tevî pîrozbahiyê destxweşî û spasiya mamoste Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ û serkirde û hemû endaman û alîgirên PDKÎ dikim, bû berdewambûn di  xebatê de bo azadiya gelê Kurd, û bi wêrekî û bi dilsozî pêvajoya pêşngên xwe dimeşînin.

Serkeftinê ji PDKÎ re dixwazim û bijî Pêşmerge, bijî Kurd û Kurdistan.