Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mihemed Mîrbaqirî”: “Pirtûkên feylesofên Rojavayî gemar in”

12:36 - 2 Îlon 2020

Endamê Meclîsa Xobregan, Mihemed Mîrbaqirî gotiye, ku di “Hozêyê Êlmiyê” de berhemên necis an ku gemar yên feylesofên Rojavayî têne xwendinê û ew mirtûkene Zalê ne an ku xapînerin.

Roja Sêşemî, 1ê Îlonê, Endamê Meclîsa Xobregan a Rêberiya Îranê û Serokê Ferhengistan a Zanist û Çand a Îslamî di bajarê “Qum”ê de, “Mihemedmehdî Mîrbaqirî”, bi rexnegirtin ji rewşa xwendina pirtûkên di “Hozeyên Êlmiye” de got: “Mixabin di Hozeyên Êlmiyê de berhemên necis an ku gemar yên feylesofên Rojavayî têne xwendinê, ew pirtûkene ji reşahiyê hatine û nabe ti kes wan pirtûkan bixwîne”.

Wî perpirsê rejîmê herwisa baskiriye ku hekî kesekî “Forqan” an ku şiyana cudakirina baş ji xirab (Heq ji Batil) tinebe, nabe wan pirtûkan bixwîne.

Berpirsên rejîma Îranê bi dijatîkirin digel zanistan û belavkirina çewtekariyan di bin navê zanista Olî de, xwe kirine pêkenîkên cîhanê û derbe bi rastiyên Olî dane.

Herwisa navbirî baskiriye ku hekî em li ser çareserkirina pirsgirêkekên jiyanê li dewra hev kom bibin ku rêçareyek bo wê peyda bikin, em şaşin, em dibe gotinên Pêxemberan bikin bi rêçareya pirsgirêkan.

Rejîma Îranê bi bikargirtina “Ayet”ên Qur`an pîroz û gotinên “Pêxemberan”, hewl didin ku Ol û Pêxemberan di hember zanist de cihgîr bikin û bi çewtekariyan û gotinên derev û girêdana wan gotinên nerast bi Pêxemberan, hewla jirêderxistina binyata hizra Olî ya xelkê didin.