Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemedarif Sipêhrî: “Eger sînoran kontrol nekin kesên dijî şoreşê dê derzî nav Îranê bikin”!

16:30 - 14 Çirriya pêşîn 2021

Berpûirsê henga sînorî ya parêzgeha Sineyê “Mihemedarif Sipêhrî” di serdanekê de bo nivîsîngeha Tesnîmê îdia kir: “di egera kontrolnekirina sînoran de, kesên li dijî şoreşê û eşrar derzê nav hundirê Îranê dikin û di wê derheqê de îsal 900 qaçaxçî li sînoran binçav kirine”!  

Herwisa “Mihemedarif Sipêhrî” îdia kir ku: “Ew kesên ku bi navê kolberiyê çalakiyê dikin, welatiyên xwecihî ên sînoran nînin belku ew kes in ku li derveyî parêzgehê hatine”!

Wî berpirsê leşkerî yê rejîma Îranê herwisa îdia kir ku: “Welatiyên xwecihî yên sînoran bi komkirina 500 wajoyan, daxwaza cezadan bi wan kesan kirine”!

Herwisa navbirî îdia kir ku henga sînorî digel her core destdirêjiyekê li ser sînoran bi pêka yasayan reftarê dike û bersiva her hatûçûneke neyasayî li sînoran dide û herwisa her core xemsariyek li cîbicîkirina yasayan ji aliyê meimûran ve bi tawan tê hisêb û meimûr divê bersivê bidin.

Wî berpirsê leşkerî ew jî îdia kir ku: “Eger sînor neyêne kontrolkirinê, gelek paşhatan li pey xwe bîne û kesên li dijî şoreşê derzê li navxweyê Îranê dikin û ewlehî û asayîşa xelkê aloz dikin”!