
Serokê Meclîsa Rejîma Îranê, Mihemedbaqir Qalibaf, derhqe danûstandinan digel Amerîkayê gotiye, “nabe digel Amerîka danûstandinê bikin û digel Ewropayê jî di asta herî bilind ya bê bawerî û bê hitbarî de bi wan re danûstandinê bikin.”
Roja Yekşemî, 21`ê Hezêranê, Serokê Meclîsa rejîma Îranê, “Mihemedbaqir Qalibaf”, di cîvîna Meclîsa rejîmê de, bi îşarekirin bi biryarnameya Şêwreya Hukam ya Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî got: “Wê biryarnameyê careke din nîşan da ku welatên Rojava bi taybet Amerîka ne cihê baweriyê ne” û bas kir ku “nabe bi ti awayekî digel Amerîka danûstandin bê kirinê û digel welatên Ewropayê jî, dibe bi asta herî bilind ya bê bawerî û bê hitbarî bi wan re danûstandin bê kirin.”
Herwisa “Qalibaf” ê terorîst, ew jî got ku danûstandin digel Ajansa Navnetewî a Vizeya Navikî bi tenê di demekê de bê kirinê ku ji serbixwebûna wê Ajansê alxahîn bibin.
Rejîma Îranê bi binpêkirina biryarên Ajansa Navnetewî a Vizeya Navikî û herwisa pêdagirî li ser kirîn û firotina çek û cibilxaneyê, rola xwe ya terorîstî û hewla micid bona bidestveanîna çeka navikî careke din nîşan da.