Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemedcewad Zerîf: “Em li pey şer nînin lê berevaniyê li xwe dikin”

17:58 - 31 Kanûna pêşîn 2020

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemedcewad Zerîf” di halekê de ragihandiye ku em li pey şer nînin ku karvanê hêzên Amerîka li başûrê Îraqê li nêzî sînorê welatê Kuwêtê rastî teqandina bombekê hatiye.

Roja Pêncşemî 31ê kanûna Pêşîn, Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemedcewad Zerîf” li berteka hereketên leşkerî yên Amerîka di kendavê de ragihand: “Îran li pey şer nîne lê bi lezgînî berevanî ji xelk, ewlehî û berjewendiyên netewî dike”! Hevdem karvanê veguhastina hevpeymaniya Amerîka li sînorê Îraq û Kuwêtê rastî teqandina bombekê hat.

Teqîna bomba ku hêzên hevpeymaniya Amerîkayê kiriye armanc ti zirareke canî û malî nebûye.

Wezîrê Derve yê Îranê îdia dike ku hatina “B52” ên Amerîka hederdana perê Amerîkayê ye, lê bas ji milyon Dolarên ku rejîma Îranê bona afirandina fitneyan bo derve û hundirê Îranê dem bi dem xerc dike ti basekî nake.

Berpirsên rejîma Îranê heta niha nekarîne xisarekî canî bi hêzên Amerîkayê bidin û gotina Serkomarê Amerîka “Donald Trump” ku ragihandibû hekî kesekeî Amrîkayî bê kuştin berteka me dê hezaran beranber dijwartir be, rejîma Îranê bizdandiye.