Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemedcewad Zerîf sûcê êş û bêdermaniya Berkevtiyên kîmiyayî ên Serdeştê, dixîne situyê Amerîka

14:06 - 29 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Berkevtiyên kîmiyayî ên Serdeştê piştî 32 salan niha jî jidest dojminkariya rejîma Îranê dinalin.

32 sal berî niha, li rêketa 7`ê Pûşpera 1366`an û di dema şerê dinavbera Îraq û Îranê de, rejîma jinavçûyî ya be`isa Îraqê, bajarê Serdeştê kîmiyabaran kir, Mixabin di vê bombaranêde 114 kes ji xelkên sivîl Şehîd bûn û hezaran kesên din jî birîndar û jehravî  bûn ku heta niha jî jidest birînên xwe û bêdermanî û pêrenegihîştinê dinalînin.

Ewa 32 salê ku Rejîma Îranê, tu core xizmetekî pizîşkî û nojdarî bi xelkê berkevtiyên kîmiyayî yên bajarê Serdeştê nekirine, ji hemû warekê ve hatine jibîrkirin û piştguh xistin, û qet dermanên wan jî dabîn nekirine.

Îsal ku bi hegera tevdanî û şerxaziya rêjîma Îranê, Amerîka dorpêçên aborî û givaş xistine ser rejîma Îranê, û Mihemedcewad Zerîf, wezîrê kar ê derve yê rêjîmê dibêje: Dorpêçên Amerîkayê bûne sebebê çêbûna pirskirêkan heta ku rêjîm nekare derman û îmkanatên pizişkî bo berkevtiyên kîmiyayî ên bajarê Serdeştê dabîn bike.