Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mik Pompeo”: Qasim Silêmanî terorîste

18:12 - 10 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: “Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî got: Qasim Silêmanî berpirsê Spaha Qudis a terorîst ku, tayeke ji Spaha Pasdaran li dervey welat terorîste.

Kanala Nûçegihaniya “Fox News” li gotûbêja di gel“Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî pirs kir, gelo Amerîka Qasim Silêmanî jî, wekî Ebobekir Bexdadî berpirsê girûpa terorîstî a “DAÎŞ”ê bi terorîst nasdike? “Mik Pompeo” di bersiva vê pirsiyarê de got, belê “Qasim Silêmanî terorîste”.

Amerîkayê di heyama du rojên borî de, bi awayekî fermî Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, xiste nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî de.

Donald Trump serkomarê Amerîkayê, piştî vajokirina gelaleya naskirina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê wekî terorîst, di daxuyaniyekê de gotibû: Rejîma Îranê netenê piştevaniya terorê dike, belkû Spaha Pasdaran bi awayekî çalakane di dabînkirina bodceya wê de rol heye, û terorîzimê wekî alavekê bo hikûmetê bikar tîne.