
Kurdistanmedia: “Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê ragehandiye ku rûbirûbûna digel terorîzma Şî`î ku ji Tehranê tê, dikeve ser xeta şerê Amerîkayê li dijî terorê.
“Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê ragehandiye: Deshilata Îranê di hizra şoreşgeriya dînî û kempeynên xwekujiyê di raserî herêmê de ye, û heta dio Ewropa de jî weha dike. Di hemû herêmê de çalakiyên terorîstî encamp dide, milîşên Şî`e piştevanî dike, bi taybetî li Îraqê, Husyan jî li Yemenê û Hizbullahê li Lubnan û Sûriyê. ewane hemû metirsiyên cidî ne.
“Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê ragehand: Daxwaza me ji rejîma Îranê gellekî sade ye, bila çeka etomî çê neke, bernameya xwe ya navikî ragire, kempeynên terorê bi dawî bîne, hewlên xwe bona çalakiyên xwekujiyê û kuştarê ragire, wekî welatekî normal kar bike, û piştre diare di welatê xwe di jiyan bike, welatek ku xelkê wê xwedî hişeke baş û şiyanên baş in, û dikarin jiyaneke cuda ji rewşa niha hebin.
Wî derheq pêkanîna hevalbendiyeke wek ya NATO di nava welatên Erebî de jî got: Me pêşkevtinên baş div ê derheqê de hebûne, û vî karî bi awayekî serrast û diyarîkirî emê pêşve bibin.
Wî ragehand jî ku ewê li herêmê de bimînin jiber ku ew hêzeke baş in û bona baştirkirinê li wir in, û armancên baş jî hene.