Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mik Pompeo” rû li xelkê Îranê: Amerîka dengê we dibihîze

18:37 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: “Mik Pompeo” di civînekê de piştevaniya welatê xwe ji xelkê Îranê re ragehand.

Roja Yekşemî 31`ê Pûşperê “Mik Pompeo” Wezîrê Derve yê Amerîkayê digel hevwelatiyên Îranî yên ku niha li Amerîkayê de akincî ne civînek li jêr navê “Piştevanîkirin ji dengê xelkê Îranê” pêk anî.

 “Mik Pompeo” di axavtinên xwe de, rêber û melayên hakim yên di Îranê de bi gendelî û komkirina serwet û samanê tometbar kir û got: “Eva di demekê de ye ku evan samaneke zêde kom kirine, lê hevwelatiyên wan jiyaneke nexweş hene”.

Herwisa got: Xelkê Îranê li hemberî xirabkariyên berpirsan de bêdeng namînin, û Amerîka jî dengê xelkê Îranê dibihîze û piştevanî jî wan dike.

Di doma axavitên xwe de, îşare bi desthilata 40 salî ya rejîmê kir û got: “Ev çar dehk in ku ev rejîma samana xelkê Îranê bi talan dibe, û xelkê neçar bi anîn ziman  a êş û kulên xwe kirine”.

 Li gorî gotina navbirî  di heyama lihevhatina navikî ya Bercamê de, sermayeya rejîma Îslamî ya Îranê zêdetir bûye, û di cihê vê de ku vê samanê xercê xelkê Îranê bikin, lê vê xercê terorîzmê dikin, û eva di demdekê de ye ku ji sedî 30 xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de dijîn”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, tevî îşarekirina bi gendeliya zêde ya berpirsên rejîma Îslamî , bas ji hesaba kesên weke “Larîcanî” kir û got: Cihê ecêbmayînê ye ku kesek lat bighîje desthilatê, û herwisa derheqê serweta bêsînor ya “Xamineyî”  got: “Ayetullha Xamineyî”  ji her cure lêpirsîn û çavdêriyekê bêpar e, û hemû  serwet û samana welat xercê Spaha Pasdaran û armancên spahê, weke piştevanîkirin ji Beşar Esed  û Hizbullahê dike.