Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: Amerîka û Ewropa derheq metirsiyên gefên Îranê nêrînên hevpar hene

13:18 - 6 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê da zanîn ku, Amerîka û Ewropa derheq metirsiyên gefên Îranê yên li dijî wî dever û cîhanê, nêrînên hevpar hene.

Li gorî Nûçegihaniya “Euro News”ê, ,  Nûçegihanê “Euro News”ê ku di gotûbêjeke Televîziyonî de ku, li “Mike Pompeo” pirsî, gelo Amerîka û Ewropayê di hemberî gefên rejîma Îranê de, cudahiyên nêrênî hene?

  Roja Çarşemî 15`ê Cozerdana 1398`an(4`ê Gulana 2019`an”Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, “Mike Pompeo” di bersiva pirsa nûcegihaniyê “Euro News”ê got: Amerîka û Ewropa  li hemberî gefên rejîma Îranê , nerînên hevpar hene.

“Mike Pompeo” di bersiva Nûçegihaniya “Euro News”ê de wiha got: Ez duh digel Wezîrê karûbarê derve yê Brîtaniyayê “Jeremy Hunt” civiyam û navbirî ji min re got, herçend me derheq “Bercamê” nêrînên cuda hene, lê, me derheq metirsiyên gefên Îranê nêrînên hevpar hene.

Herwisa “Mike Pompeo” got: Em piştî lêdvanan digel rayedarên Ewropayê gihîştine wê encamê, ku çava bikarin rêya rejîma Îranê bo gihîştin bi çeka navikî qutbikin, û herwisa ez li ser vê baweriyê me ku, Amerîka û Ewropa derheq gefên rejîma Îranê nêrînên hevpar hene.

Rejîma Îranê bi kiryarên xwe yên terorîstî û çêkirina bombeya navikî dibe gefeke micid li dijî ewlehiya dever û cîhanê,  û Amerîka û Ewropa hewil didin da ku, pêşî ji çêkirina bombeya navkiya rejîma Îranê bigrin.