
Wezîrê Derve yê Amerîka ragihandiye: “Serkomarê Amerîka, gotina Rejîma Îranê ya derheq aşitîxwazbûna bernameya navikî a Îranê, red dike û ti car em îznê nadin ku, rejîma Îranê, çeka navikî bi destxweve bîne”.
Roja Şemî, 22ê Tebaxê, Wezîrê Derveye Amerîka, “Maîk Pompeo” li ser rûpela xwe a “Twitter” nivîsandiye: “Tiramp û dewleta wî, çêroka xeyalî ya aştîxwazbûna bernameya navikî ya rejîma Îranê red dikin”.
Herwisa, “Maîk Pompeo” nivîsandiye: “Peyama me gelek rohn e, ti car em rê nadin ku mezintirîn dewleta piştewanê terorîsmê di cîhanê de, bi azadî bikare ticareta balafir, tang, mûşek û çekên dinê bike”.
Herwisa,navbirî nivîsandiye: “Zivirandina dorpêçan li ser Îran ê, di heyamên 30 rojan de, dê bikeve qonaxa cîbecîkirinê de”.