
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê “Mike Pombeo” gotiye, Îran, Coba, Chin û Russya, ba hêzên xwe li “Venezuela”yê vekişînin û îzina Demokrasîxwazan bidin ku çalakiyên xwe zêdetir bikin.
Wezîrê karê derve yê Amerîkayê “Mike Pombeo” di gotûbêjekê di gel kanala “Fox news” daye zanîn: Şvêrmendên leşkerî yên welatên wekî “Îran û Coba” ku, bi alîkariya hêzên “Nicolás Maduro” û bi taybet milîşên bi navên “Kalktiyû” ku armanca wan serkutkitrina dijberane.
Ji aliyekî din ve jî, Amerîkayê gemiyeke balafirhilhir ya bi navê “Balafirhilgira Abram”( USS Abraham Lincoln (CVN-72)) bo herêma Rojhilata Navîn wê bişîne.
“John Bolton” 15`ê Banemerê ragehand ku, Amerîka gemiya balafirhigir bo Rojhialta Navîn dişîne da ku peyameke zelal bo Îranê be, û pêka gotina “Bolton” ev yek li hemberî hejamrek gefan ku nîşaneya çêkirina arîşeyan û zêdekirina aloziyane ku ji aliyê rejîma Îranê ve çê dibin.
Gemiya balafirhilgir ya bi navê Balafirhilgira Abram(USS Abraham Lincoln (CVN-72)) ya Amerîkayê bi armanca bersiv dana her core kiryarên terorîstî yên Spaha Pasdaran ber bi vê herêmê wê bê şandin.