Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: Berbirûbûnên li hemberî rejîma Îranê di Sûriyê de wê dirêjî hebin

19:20 - 8 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: “Mike Pompeo” Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehand, bi vekişiyana hêzên Amerîka di Sûriyê de, berbirûbûnên li hember rejîma Îranê de wê dirêjî hebin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Blomberg”, “Mike Pompeo” Wezîre Karûbarê Derveyê Amerîka, roja Duşemiyê 17-ê Befranbarê ragihand, ku Amerîka bi vekişiyana hêzên serbazî yên xwe di welatê Sûriyê de dawiyê bi berbirûbûnên li hemberî Rejîma Îranê naîne, û pêbend dibe bi derkirina wê rejîmê û dest pêwendiyên xwe di wê welatê de, herwisa sitratîjiyeke berfireh bo berbirûbûna Rejîmê di sertaserê deverê de bi rê ve bibe.

“Mike Pompeo” li dirêjiya qisên xwe de carek din pêdagirî li ser dirêjîdan bi berbirûbûnên li hemberî Rejîma Îranê kiriye û ragihand, kempeyîna dijî Rejîma Îranê çi guherînkariyek bi ser nehatiye, ew kempeyîna sedem û bandorên zor hene û hindek ji wan sedemane jî eşkere ne.

Navbirî di beşeke din a qisên xwe de ragihand, dorpêçên neft û bankan weke mînakek û hewlên deplomatîk dirêjî hene, heta fişar bikeve ser welatên Ewrûpî û ew jî hinek ji pîlanên terorîstî yên pûçkirî yên Rejîma Îranê bi micid werbirgirin.

Li ser qisên Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîka, “Elî Şemxanî” Sekretêrê Şêvra Bilind a Parastina Netewî a Îranê, di gotareke tejî ji çewtekarî de ragihand, Rejîma Îranê çi hêzek di deverê de, bixasimanî di welatê Sûriyê de tuneye heta bixwaze wan bikêşe derve.