
Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Mike Pompeo”, bersiva “Twitt”a Elî Xamineyî ya derhed gotinên wî li ser hilbijartinên Amerîkayê da û di hember de hilbijartina Îranê wekî henek da nasandin.
Roja Şemî 7ê Çirriya Paşîn, piştî rexneya rêberê Olî yê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” ji hilbijartina Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Amerîka “Mikê Pompeo”, rexneyekî tund ji “Elî Xamineyî” girt û li ser rûpela xwe ya tora civakî ya “Twitter”ê rû li Elî Xamineyî nivîsand: “Te bi xwe bi milyonan dizî ji xelkê xwe kiriye, hilbijartinên we bi tenê henek in, ku bi 100an berbijêr ji rikaberiyê dur xistine”.
Herwisa “Mike Pompeo” rû bi Elî Xamineyî nivîsdand: “Îro gelê te ji birsîtiyê dinale ji ber vê yekê ku te bona parastina deshilata dizan, bi milyardan dolar di şerên bi nûneratiyê de xerc dikî”.
Berê, Elî Xamineyê derheq hilbijartinên Amerîkayê gotibû ku hilbijatrin li Amerêka şano ye û gotibû: “Bi berçavgirtina encaman, tenê tiştek ku rohn û eşkere ye, ew jî nîşandana rûkê nû yê siyasî, medenî û exlaqê rejîma Amrîkayê ye”.
Rejîma Îranê bi fîlterkirina micid ya hilbijartin û kesên berbijêr, tuntirîn sîstema dîktatoriyê li ser xelkê Îranê cî bi cî dike û ti nûnerekî rast yê xelkê nikare di rejîma Îranê de berbijêr be û bi tenê nûnerê rejîmê ne ku di hilbijartinan de derdikevin.