
Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Mike Pompeo” bi weşana daxwyaniyek li derheq yasaya ku ji aliyê meclisa şêwreya rejîma Îranê ya zêde kirina çalakiyên navkî li Îranê hatiye pejirandin şermezar kir.
Roja Înê 21ê Sermawezê Wezîrê Derve yê Amerîkayê di daxuyaniyekê de gotiye: “Amerîka yasaya nû ku ji aliyê Meclisa Şêwreya Nîgaban a Îranê ve hatiye pejirandin şermezar dike û herwisa “Pompeo” got ku ew yasaya nî hatî pejirandin fêlek e ku rejîma Îranê dixwaze bi bernameya xwe ya etomî civatgeha cîhanê bitirsîne”.
Herwisa “Pompeo” gotiye: “Bi egera birêveçûna wê yasayê, Îran uranyoma xwe heya %20 yê bimehîne û ew yek di halekê de ye ku niha jî Îran rêjeya mehandinê li asta “BERCAM”ê zêdetir kiriye û asta enbarkirina uranyom û çêkirina santirfiyûjên pêşketî zêdetir kiriye.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê di berdewamiyê de gotiye: “Kêmbûna asta beşdarîkirina Îranê digel Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî dibe sedema zêdebûna “aloziyên micit” û gotiye ku “Civatgeha Navnetewî nabe lîstûkên tirsinak yên Îranê bi danûsandinên aborî xelat bike.
Axavtinên Wezîrê Derve yê Amerîkayê di halekê de ye ku çend roj beriya niha jî çend welatên Ewropayê derheq damezrandina santirîfiyûjên nû û pêşketî yên rejîma Îranê hişdarî dane wê welatê.