
Wezîre Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo”, tevî daxwaza guhrerîna binyata rejîma Îranê gotiye, ku bo xelkê Îranê dûayan dikin ku hikûmetekî hêjayê xwe hebin.
Roja Duşemî, 21ê Îlonê, Wezîrê Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo” ji bêdengiya Ewropa di hember Îranê de û dijatîkirin ji domkirina heyamê dorpêça cebilxaneya Îranê rexne girt û got: “Ewropî di civînên teybetî de alîgiririyekî din hene” û herwisa derheq xelkê Îranê de got: “Hivîdar im ku xelkê Îranê hikûmetek ku hêjayê wan be hebin”.
Amerîka tevî ragihandina çalakbûna “Mikanîzma Maşê” û zivirîna dorpêçan li ser Îranê, tekezî kiriye ku dê rêgirî ji hilweşandina dorpêça cebilxaneya Îranê di 27ê Rezberê de bike.
Ji aliyekî din ve, Ewropayê daye xuya ku dorpêça cebilxaneyên li ser Îranê çi bimîne an nemîne, heta 3 salên din digel rejîma Îranê ticareta cebilxaneyan nakin.
“Mike Pompeo” careke din tekezî kir ku çekên ku bi Îranê re bêne firotinê, di encamê de dê bigehe bi destê Hizbullahê û jiyana xelkê Lubnanê dê dijwartir bibe.