
Wezîrê Dervê yê Amerîka, “Mike Pompeo”, ew kesên derdora Serkomarê “Venezuela”yê wekî diz û çete binav kir û rejîma Îranê jî bi mezintirîn piştevanê terorîzmê da zanîn.
Roja Înê, 1`ê Gulanê, Wezîrê Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo” li ser rûpela xwe a “Twitter”ê nivîsiye: “Hikûmeta “Venezuela”yê, 9 ton zêr talan kirine û bo rejîma Îranê şandine”, û tekez kiriye ku girîngtirîn qurbaniyên wê bernamê, “xelkê Îran û Venezuela”yê ne.
Berteka Wezîrê Dervê yê Amerîkayê, di demekê de hate bas kirin ku, Nûnerê taybet yê Amerîka di karûbarên “Venezuela”yê de, “Êlyot Abramz” (Elliott Abrams), roja Pêncşemî, 31`ê Nîsanê, bas kiribû ku renge “Venezuela”yê di hember sazkirin û nûjenkirina pîşeya nefta wî welatî de, bi rejîma Îranê re zêran bide.
“Êlyot Abramz” herwisa qotibû ku, şêwaza piştevaniya rejîma Îranê ji piştevaniya Çîn û Rûsiyê bo “Venezuela”yê cuda ye.
Pêka rapora Nûçegihaniya “Blombêrg”(Bloomberg News Agency), hikûmeta “Venezuela” di hember alîkariyên rejîma Îranê bona bi rê xistina palavtingehên jikarketî yên wî welatî de, bi qasî 9 ton zêr ku dibe 500 milyon dolar, bo rejîma Îranê şandibe.
Rejîma Îranê bi alîkarîdan bi hikûmetên dîktator yên wekî “Venezuela” û Sûriyê, darayiya xelkê Îranê bi wan welatan re xerc dike û xelkê xwe jî birçî hiştiye û tim piştevaniya girûpên terorîstî di cîhanê de dike.