Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: Em hewl didin baykod derbe ji xelkê sivîlê Îranê nexîne

16:19 - 23 Şibat 2019

Kurdistanmedia: “Mike Pompeo” got, Amerîka, hewl dide da ku baykodên li ser rejîma Îranê derbê ji xelkê sivîl yê wî welatî nexîne.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî di bersiva Nûçegihanekî de got ku rayedarên rejîma Îslamî a Îranê dibe bi hemû awayî mafê mirov yên xelkê Îran biparêzin, û her ev jî dibe sedema kebvebûna min û sedan milyon xelkê Amerîkayî ku rayedarên Îranê tu yek ji mafê mirov yên xelkê Îranê naparêzin.

Herwisa “Mike Pompeo” got: Heya niha 140 kes û navendên Îranê ji aliyê Amerîkayî ve hatine baykotkirin, herwisa li sala borî de jî Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, Spaha Pasdarana terorîst, bi sedema pêştevanîkirina ji girûpên terorîst yên wekî “Hizbula, Hemas û Taliban” dikir, û ev baykot kir.

Herwisa “Mike Pompeo” di berdewamiya axavtina xwe de da xuyakirin, Amerîka dixwaze bi awayekî li ser baykotan kar bikin da ku derbê ji xelkê sivîl nexîne, tenê em rayedarên rejîma Îranê ceza didin, û rejîma Îranê piştî derbazbûna 40 salan bi ser temenê wê de, niha ev ber bi şikestê ve diçe.