
Wezîrê Derve yê Amerîkayê bas dike ku heya reftarên rejîma Îranê asayî nebin dê givaş li ser rejîma Îranê berdewam din.
Roja Yekşemî, 14`ê Hezîranê, Wezîrê Dervê yê Amerîkayê, “Mike Pompeo”, di cîvîna piştevanî ji xelkê “Cihû” ên Îsraîlê (2020 AJC Global Forum) de bas kiriye ku: “ Em dê givaşên xwe li ser rejîma Îranê berdewam bikin heya ku rejîma Îranê reftareke asayî hebe û dev ji gefxwarînan li hember cîranên xwe berde”.
“Mike Pompeo”, tevî tekez kirin ji piştevaniya Amerîkayê li xelkê Cihû û Îsraîlê û berdewamiya pêwendiyên pitev di navbera Amerîka û Îsraîlê de, got: “Em bi ti awayekî bi rejîma Îranê re derfetê nadin ku çeka navkî bi destê xwe ve bîne”.
Reftarên şerxwazane û gefên rejîma Îranê ji aliyê berpirsên siyasî, Olî û leşkerî yên rejîma Îranê li dijî xelkê Cihû û Îsraîlê, bi awayekî fermî di ragihandin û daxuyaniyên rejîma Îranê de têne xuya û banghêjiyên rejîma Îranê bona jinavbirina Îsraîlê tim hatine berbas.
Rejîma Îranê bi wan siyasetên xwe yên çewt, bûye sedem ku rastî dijwartirîn givaş û dorpêçên aborî bê û xelkê Îranê di dijwartirîn rewşa jiyanê de dijîn.