Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo” li dijî kiryara Spaha Pasdaran a terorîst di kendavê de bertek nîşan da

12:51 - 17 Nîsan 2020

Belemên Spaha Pasdaran a terorîst di kendavê de nêzî gemiyên şer yên arteşa Amerîka bûn û Wezîrê Derve yê Amerîka li derheq wê kiryara Spaha Pasdaran a terorîst bertek nîşan da.

Roja Pêncşemî 28`ê Xakelêwe, Wezîrê Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo”, li derheq kiryara Spaha Pasdaran a terorîst ku bi awayekî nêzîkî gemiyên şer yên arteşa Amerîkayê bibûn bertek nîşan da û got: “Washington” di halê vekolînên hewce de ye ku bersiva kiryara Spaha Pasdaran a terorîst bide.

Navgana Pêncem a hêza deryayî a Amerîka ya ku di Behrênê de ye, roja derbasbûyî bas ji nêzîkbûna 11 belemên Spaha Pasdaran a terorîst kiribû ku ji wan nêzîk bûne û arîşe çê kirine.

Wezîrê Derve yê Amerîka, di hevpeyvînekê digel “Fox News”ê  li ser mijara berteka Amerîka li derheq wê kiryara Spaha Pasdaran a terorîst gotibû: “Me berê jî reftarên wiha ji rejîma Îranê dîtine û karên wan dijî yasayên navnetewî ne.

Rejîma Îranê di dawî demên desthilata xwe de, hewl dide bi şerxwaziyê heyama desthilata xwe dirêj bike.