Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: Me hevpeymaniyek li dijî gefên rejîma Îranê ava kiriye

12:49 - 23 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê ragehand ku wan bona piştevaniya ji xelkê Îranê, û bona berbirûbûna digel gefên rejîma Îranê hevpeymaniyek ava kiriye.

“Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê roja Sêşemiyê di peyameke vîdyoyî de, ji rejîma Îranê wekî yek ji gefên di asta civaka cîhanî de bi nav kir û ragehand ku Amerîkayê hevpeymaniyek pêk aniye bona berbirûbûna digel kiryarên rejîma Îranê ên li dervey sînorên wê.

Ew peyama “Mike Pompeo” ku rasterast ji malpera Wezareta Karê Derve a Amerîkayê ve hate weşandin,  navbirî tê de got: Em rastî gellek gefan tên. Hindek ji wan gefan gellek jî nû nînin. Mînaka wê jî kar û kiryarên rejîma Îranê ne li dervey sînorên wê.

Wî biryar daye ku rojên 13 û 14`ê Şibatê jî, (24 û 25`ê Rêbendanê) konferansekê di Lehistanê de bi rê ve bibe. Konferansek ku bûye cihê nîgeraniya rayedarên rejîma Îranê.

Wî ragehandiye ku ew piştevanê xelkê Îranê ne, û pêştir jî gotibû ku ew wekî Amerîka dixwazin dengê xelkê Îranê bibihîzin.