
Kurdistanmedia: “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê ragehandiye ku Ewropî li ber metirsiya êrîşên terorîstî ên Îranê di emanê de nînin.
Mike Pompeo Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê di hesaba xwe ta “TWITTER”ê de bas ji rejîma Îranê û piştgiriya vê rejîmê ji terorîzmê kiriye, û nivîsandiye: “Ewropî li ber metirsiya êrîşên terorîstî ji aliyê terorîstên ser bi Îranê ve di ewlehî û emanê de nînin”.
“Mike Pompeo” herwisa dibêje, hevdem digel detsbiserkirina yek ji dîpolomatên rejîma Îranê di Almanyayê de, derheq hewldan bo danîna bombê di cihê birêveçûna civîna hêzeke opozisyona rejîma Îranê de, rêberên rejîma Îranê hewl didin ku welatên Ewropî neçar bikin ku pêbendî Bercamê bin.
Digel danîna vê peyamê, vîdyoyek jî di “TWITTER” a “Mike Pompeo” de hatiye belavkirin ku îşarê dike bi kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê di welatên Ewropî de, ji destpêka deshilatdariya vê rejîmê ve heya niha.
Di vê vîdyoyê de îşare bi hinek ji wan kiryarên terorîstî dike:
-Terorkirina Şapûr Bextiyar serokwezîrê berê ê Îranê li derdora Parîsê di 15`ê Gelawêja sala 1370`î de.
-Di 24`ê Cozerdana 1364`an de, firîna 847 a xeta esmanî ya TWA ji aliyê Hizbullahê ve (ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin) di bajarê Atin ya Yûnanê de hate revandin.
-Di 26`ê Xermanana 1371`an de, Dr. Şerefkendî li bajarê Berlîn a Alman de hate terorkirin.
-Di navbera salên 1365-1366`an de, 12 kuştî û 200 birîndar di encama bombedanînên Hizbullaha Lubnanê di Parîsê de hebûne.
-Havîna sala 1391`an; destbiserkirina kesên Îranî bi sedema vê ku wan ziyaretgeheke Yehûdiyan li bajarê Sofiye a Bulxaristanê de xistibûn bin çavdêriyê de.
Di dawiya vîdyoya ku di “TWITTER” a “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê de hatiye danîn, hatiye nivîsandin ku dema vê hatiye ku em berbrirûyê rastiyên derheq rejîma dêw sifet a Îranê bibin.