Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: Rejîma Îranê perê next terxanê girûpên Şî`e û Hizbullahê dike

13:00 - 15 Nîsan 2020

Wezîrê Derve yê Amerîka “Mike Popeo”, bi tekezkirin li ser hewcehiya parastina dorpêçên aborî û li ser mijara destpêragihîştina rejîma Îranê bi pareyê next got, di dema destpêragihîştina Îranê bi pereyê next re, dê terxanê girûpên Şî`e û Hizbullahê bike.

Roja Sêşemî, 26`ê Xakelêwe, Wezîrê derve yê Amerîka, “Mike Pompeo”, civîneke rojnamevanî de got: ”Me her di destpêkê de bi rohnî û eşkere ew gotin kir, me di hemen dema yekê de pêşniyara alîkariya mirovî dabû rejîma Îranê, ew trajêdiyeke ku pêsîra xelkê Îranê girtiye, parek ji qurbanîbûna xelkê encama rasterast a wê yekê ye ku rejîma Îranê bi cihê sermayeguzarî li ser leşsaxî û tenduristiya xelkê, li ser Hizbullah û kempeyna terorîzmê sermayeguzarî dike”.

Herwisa “Mike Pompeo” got: ”Niha dema wê yekê nîne ku, pere bidine destê rejîma Îranê, ew kar bersivê nade, ew perê next di gendeliyê de dê jinav here û di dawiyê de dê bigihe destê delalên çekan û girûpên Şî`e û Hizbullahê”.

Wezîrê Derve yê Amerîka herwisa got: ”Em nabe karek bikin ku hêza rejîma Îranê bona xistina tirs di cîhanê de û metirsiya li ser canê xelkê Amerîkayê zêde bibe”.