Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mike Pompeo: Xamineyî li derheq Koronayê direw li xelkê Îranê dike

11:34 - 14 Adar 2020

Wezîrê Karûbarê Derve ê Amerîkayê Mike Pompeo, rêberê rejîma Îranê, Elî Xamineyî, bi sedema agehdarnekirina û piştevanînekirin ji xelkê Îranê li hember vîrûsa Koronayê tawanbar kir.

Roja Înê 23`ê Reşemê, Wezîrê Karûbarê Derve ê Amerîkayê Mike Pompeo got: “Xamineyî bi cihê ku îzna firîna balafirên Îranê bo Çînê dida, diba li hember vîrûsa Koronayê ji xelkê Îranê piştevanî kiriba.”

Pompeo got: “Xamineyî direw li xelkê Îranê kiriye, û her kesek ku rastiyan li derheq vîrûsa Koronayê dibêje dixe girtîgehê.”

Ew berteknîşandana “Mike Pompeo” di bersivdana gotinên Xamineyî de bû ku gotibû, li wê diçe ku vîrûsa Koronayê çekeke terorîstî a “Biyolojîkî” be li dijî Îranê hatibe çêkirin.

Mike Pompeo roja Înê 23`ê Reşemê, di ser rûpela xwe a Twitterê nivîsîbû: “Her çawa ku Xamineyî dizane, baştirîn berevaniya Biyolojîkî eve ye, ku rastiyan li derheq vîrûsa Wûhanê û veguhastina wê li Çînê bo Îranê, bi xelkê Îranê re bê gotin.”