
Kurdistanmedia: “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê di civîna “Sena”yê de ragehand, ku ew kêşeyên ku îrorojê xelkê Îranê digel de berbirû ne, wê bibe sedema vê ku ew biryara xwe ya dawiyê bidin.
“Mike Pompeo” bona şirovekirina stratejiya Amerîkayê di biyavê siyaseta derve de, di kombûna Komîteya Pêwendiyên Derve a “Sena”yê de beşdarî kir, û gellek pirsên girîng derheq Îranê bersivandin.
“Mike Pompeo” ragehand ku îrorojê gellek kêşeyên aborî di Îranê de hene, ku li gora siyasetên hikûmeta Îranê, û pêkhateya aboriya wî welatî, ew welat nikare bi awayekî zelal bersiva wan pirsan bide.
Navbirî got ku ez nafikirim ku xelkê Îranê vê modela niha ya rejîma Îranê bixwazin ku Xamineyî û Qasim Silêmanî bi rê ve dibin. Herwisa wî bas ji pirograma navikî ya rejîmê jî kir, û got ku hêdî-hêdî kesayetiyên cur bi cur digihîjne têgihîştineke hevpar li dijî pirograma navikî ya rejîma Îranê.
Navbirî cardin çû ser behsa destêwerdanên rejîma Îranê di welatên navçeyê de, û got, ku siyasetên wê rejîmê derheq encamdana kiryarên terorîstî di Yemen û Îraqê ji riya milîşên Şî`e yên Hizbullahê û milîşên Şî`e di yemenê de, û herwisa piştgiriya Beşar Esed û terorên li derve de, gellek giran li ser wê tewaw bûne.
Wî di roja Yekşemiyê de jî, di dema hevdîtina digel komeke Amerîkayiyên di koka xwe de Îranî re got, Amerîka dengê we dibihîze, û ji we piştgirî dike.