Nûnerê Rûsiyê li saziya Welatên Yekgirtî “Mikhail Ulyanov” ragihandiye: Îranê zêdetir ji Bercamê dûr dikeve û Amerîka jî dorpêşên li ser Îranê zêdetir dike û take çare zivirîna wan bo danûstandinên Viyenê ye”.
Gotinên “Mikhail Ulyanov” di halekê de ne ku rejîma Îranê merca beşdariya xwe li danûstandinên Bercamê bi hilveşandina tev dorpêçan û qerebûkirina tev xisarên wan dorpêçan daye zanîn û tevî huşdariyên welatên cîhanê û Ajansa navnetewî ya Vizeya Navkî, bi hemû hewl û hêza xwe meyandina Uraniyomê domandiye û heta gihîştiye nêzî berhemanîna çeka navkî.
Amerîkayê ragihandiye ku alîgirê çareserkirina pirsa navkiya Îranê bi şêwaza aştîtîxwazane ye lê rejîma Îranê ragihandiye ku beşdariya Îranê li danûstandinan bi tenê bi armanca hilveşandina tev dorpêçên aborî ye.
Ji aliyê din ve,Wezîrê Derve yê rejîma Îranê pasdar Hisênemîr Ebdullahiyan îdia kiriye: “Amerîka nikare siyaseta xwe ya şîkestxwarî ya givaşa herî zêde û terorîzma aborî berdewam dike û hevdem daxwaza danûstandin û lihevhatinê bike”.
Wî Pasdarê terorîst heyamek berî niha daxwaz kiribî ku Amerîka bo nîşandana paqijiya hizra xwe 10 milyard Dolar perê Îranê ên blokkirî bide rejîmê.
Rejîma Îranê li heyama wan danûstandinan de hewlên lezgîn û micid bo berhemanîna çeka navkî daye.