Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mîkonos ronahîkerê tarîxaneya dêwezmê bû

19:53 - 23 Nîsan 2014

Çeko Ehmedî

Teror, terorîzm, û terorîzma dewletî ew destewaje ne, ku bingeha pêvajoya bi encamgihîştin û zelalbûna cînayeta restorana Mîkonosê, di dadgehekê de, ku her bi vê navê jî hate naskirin, dadirêje.

Teror bi tirsandin, û kuştina mirovan, bi bê berçavgirtina yasayên dadwerî û bi bê pêkanîna dadgehan, û pêvajoya dadweriyê, û encamên wê, tê gotin. Biker û birêveberê kiryareke bi vî rengî, wek terorîst tê nasîn.

Terorîzma dewletî demekê wate heye ku dewletek bi armanca herifandin yan derbelêdana welatekî din, rasterast li kiryara terorîstî ya vî welatî de dest hebe, û terorê birêve bibe.

Piştî bidawîhatina şerê di navbera Îran û Îraqê de, para herî zaf ji opozisyona Îranê, tûşî alozî û bêhêvîtiyeke metirsîdar bûn. Lê Xebat û tekoşîn li Kurdistana Îranê berdewam, û hêza domandina xebatê bo azadî û rizgariyê bi gorrtir bû. Rastbîniya PDKÎ û rêberiya vê hizbê û hest bi berpirsayetîkirina li hemberî pêşeroja welat, bû sedema vê ku bi armanca yekxistina hêzên demokrat û pêşkevtinxwaz ên opozisyonê pêngava yekemîn bê hilgirtin, ku destpêka vê pêşdestiyê, komkirina hinek ji çalakên siyasî yên Îranî ji aliyê Dr. Şerefkendî, li restorana Mîkonosê de bû, ku mixabin bû armanca kiryareke terorîstî û terorîzma dewletî, û di vê cînayetê de, çar azadîxwazên rastîn, û li serveyî hemiyan sekreterê giştî yê PDKÎ wate Dr. Şerefkendî hate şehîdkirin.

Li Alman dadgehekê ku piştre wekî dadgeha mîkonosê navê xwe derxist, bi armanca ronîkirina aliyên curbicur ên vê cînayetê, pêk hat, û li 28’ê Octobera 1993’an de, bi awayekî fermî dest bi karên xwe kir.

Di pêvajoya karê dadgehê de, gellek aliyên vê cînayetê, û heya cînayetên din ên bikerê vê terora Mîkonosê eşkere bûn. Yek ji van aliyên gellek giring ku di pêvajoya karê dagehê de hate ronkirin, sîstimatîkbûna terorê û ji holê rakirina dijberan û cudabîran ji aliyê rejîma Îranê ve bû, ku bona gihîştina bi armancên xwe, nawendek bi navê Komîteya Taybet pêk anîbûn, ku li serveyî yasayên fermî û dewletî, û parlemêntê biryar dida, û yekalîkerê hemû pirsên siyasî-emniyetî bû. Ew komîteya ji rêberê rejîmê, serkomar, wezîrê derve, û wezîrê Îtilaatê pêk dihat û biryara dawiyê ji aliyê rêber ve dihate dan.

Giringiya vê komîteyê di vir de bû ku hemû dezgehên emniyetî ên rojava ji wan re eşkere bû ku di gel sîstemeke bihêz ya dewletî berbirû ne, û dibe li demên borî zêdetir hişyar bin.

Heya di pêvajoya dadgehê de, gellek kes û gellek kiryarên navxweyî ên rejîmê, û bandên cînayetkar ên rejîmê, di navxwe de, hatin eşkerekirin, û cîhana azad ji çawaniya pêkhateya vê rejîmê agehdar kirin.

Serbixwebûna vê dadgehê, wek yek ji giringtirîn pirensîpên vê dadagehê tê hesibandin. Serbarê vê ku berjewendî û pêwendiyên di navbera Îran û Alman ketne metersiyê de, û dewleta Alman zirara aborî lê ket, û serbarê zexta li ser dadweran, û li ser dageha Mîkonosê, vê dezgehê serbixweyiya dadweriya xwe parast û biryareke cesûrane da, û piştre eşkere bû ku ew biryarên giring û serbixwe, ne tenê li qazanca siyasî ya Alman de bû, belkû di gellek warên din de, bi qazanca welatên mezin û biçûk ên rojava tewaw bû, û rêya bezandina hêla sor ya serweriya van welatan ji aliyê Îranê ve, hate astengkirin, û rejîmê ji vê zêdetir nekarî wekî berê dirêjiyê bide bi terora kesayetiyên siyasî yên dijberê xwe.

Ew serbixweyî û cesûriya dadgeha Mîkonosê, di astekê de bû ku rêkxirawa parêzerên Amerîkayê, piştî 22 salan rêz ji dadwerên vê dosiyeyê bigrin.

Dadgeha Mîkonosê ku li 10’ê Avrîla 1997’an de, biryara xwe ya dawiyê derkir, û li 9’ê Desambera 1998’an de, bi awayekî yekcarî ew biryar piştrast kir, û ew piştrastkirina biryarê, lewra giring tê hesibadin, jiber ku di serdema serkomariya Xatemî û bi nav reformxwazên hikûmetî de bû, û ew bîrokeyên bi firt û fêl ên Xatemî jî nekarîn li ser biryara yekalîker ya dadgehê bi bandor bin.

Di dawî biryara dadgehê de, rejîma Îranê û karbidestên pile yek ên vî welatî, wekî rêkxer û biryarderê serekî yên vê cînayetê hatin naskirin, û ew kiryara rejîmê wekî “Terorîzma Navdewletî” hate binavkirin.

Di dawiyê de hewce ye ku em pirseke gellek giringtir bînin ber bas. Civîna bi opozisyonê re ku PDKÎ û rêberatiya wê û li serveyî hemiyan şehîdê nemir Dr. Şerefkendî hewla pêkanîna van dida, nîşaneya bîrtîjî û pêşerojbînî û niyazpakî û hestkirina bi berpirsayetiyê bû, û hevçax jî encama vê dadgehê, nîşaneya rewabûna xebata PDKÎ û neteweya Kurd, û opozisyona pêşkevtinxwaz û demokrat a Îranê bo herifandina rejîmekê bû, ku di destpêka bi deshilatgihîştina wê heya niha, teror û jinavbirina cudahizran, pênaseya herî serekî ya wan bûye.

Bi kurtî cînayeta Mîkonosê û biryara dawiyê ya dadgeha Mîkonosê ronahîkerê tarîxaneya dêwan (dêwezmeyan), ya rejîma terorîstperwer ya Îranê bû.