Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîsên girêdayê rejîma Îranê cinayetekî din kirin

12:26 - 16 Kanûna pêşîn 2020

Milîsên girêdayê rejîma Îranê li bajarê Bexdayê, çalakvanekî Siyasî ku di xwenîşandanan de li dijî rejîma Îranê silogan didan bi awayekî hovane kuştin.

Roja Duşemî, 15ê Kanûna Pêşîn, çalakvanê siyasî yê Ereb yê bi navê “Selah El-Îraqî” ku li xwenîşandanên xelkê li meydana “El-Tehrîr” de beşdarî kiribû, ji aliyê milîsên girêdayê rejîma Îranê ve bi awayekî hovane hate kuştin.

“Selah El-Îraqî”, di nav ciwanên Bexdayê de kesekî xweşewîst û cihê rêza wan bû.

Pêka Nûçegihaniya “Al-Arabiya”, Salah Al-Iraqî, yek ji kesayetiyên herî xuya yên ciwanên xwenîşander li meydana “El-Tahrir” li bexdayê bûye ku bi derba 5 gulleyan hatiye kuştin.

Piştî wan xwenîşandana ku li ser binyata şermezarkirina tedaxula rejîma Îranê li karûbarên hundir yê Îraqê û herwisa bona liserkarderxistina berpirsên gendelkar yên girêdayê rejîma Îranê li sîstema hikûmetiya Îraqê de hatibûne lidarxistin; Piştî arambûna rewşê, kesên ku di wan xwenîşandanan de berçav bûn, ji aliyê hêzên girêdayê rejîma Îranê rastî gefan dibin û têne kuştin.

Çalakvanan li ser torên civakî, kerb û kîna xwe di hember terorkirina xwenîşanderan dane xuya.