Çavdêriya Mafê Mirov li Sûriyê daye zanîn ku, firotina milkan bi milîsên girêdayê rejîma Îranê di bajarên Homs û Helebê de, nerizayetiya xelkê li pey xwe anîye ku ew kirîna milkan bi armanca guherîna demografiya wan bajaran e.
Çavedêriya Mafê Mirov li Sûriyê ragihandiye, ku di halekê de rewşa aboriya Sûriyê aloz e, bêkarî di asta herî bilind de ye û nirx bi çandîn beranberan zêde bûye, kirîna mal û milkan ji aliyê hêzên girêdayê rejîma Îranê ve bi pareyekî yekcar zêde, berdewam in û piraniya wan mal û milkên ku ew dikirin ya wan kesan e ku an ji welatê Sûriyê koçber bûne an di girtîgehên rejîma “Beşar Esed” de mane.
Bona guherîna demografiya deverê, rejîma Îranê bi rêya milîsên girêdayê xwe ve wan milkan dikire ku nerizayetiya xelkê Sûriyê li pey xwe aniye, bi taybet di torên civakî de ew nerizayetî têne nîşandan.
Bikarhênerekî torên civakî di Sûriyê de ragihandiye ku: “Em di halekê de ku nikarin heta xwarinê bo xwe dabîn bikin, wan ew pere li kîve aniye? Çawa ew dikarin wî perê zêde bona kirina xaniyan û dukanan bidin? Êdî milkên me bûye ya kesên neSûrî û di paşerojê de welatek bi navê Sûriyê, namîne”.
Rejîma Îranê pîlanên qirêj bona guherîna demografiya bajarên Sûriyê heye û armanca rejîma Îranê, jinavbirina tewawî ya welatê Sûriyê û cihgîrkirina zulm, terorîsm û dijatî digel mirovahiyê ye.