Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîsên ser bi Hûsiyên Yemenê êrîşê ser damezraya neftî a “Aramko”ya Erebistanê kirin

10:34 - 30 Kanûna Paşîn 2020

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Çarşemî 9`ê Rêbendanê milîsên Hûsî a terorîst a ser bi rejîma Îranê, bi mûşekan êrîşê ser damezraya neftî a “Aramko”ya Erebistanê di devera “Cazan” de kirin.

Berdevkê milîsên Hûsî a terorîst Yehya Sariya, daye zanîn ku, wan bi avêtina çend mûşekan û ji rêya balafirên bê pîlot ve êrîşê ser damezraya neftî a “Aramko”ya Erebistanê kirine.

Di vê derheqê de jî, berpirsên Erebistana Siûdî dane zanîn ku, ev êrîşe ji rêya mûşekan ve hatiye kirin, û dije mûşekî yên Erebistanê di esman de ev mûşekane kirine armanc û nehêlane di nav damezraya neftî a “Aramko”yê bikevin.

Hûsiyên terorîst ên girêdayî rejîma Îranê heya niha çendîn caran êrîşê ser Erebistanê kirine.

Hûsiyên terorîst di Xermanan îsal de jî, êrîşê kirbûne ser damezraya neftî a “Aramko”ya Erebistanê û xisarên mezin gihandibûnê, herçiqas hûsiyên terorîst ev êrîşe kişandine stuyê xwe, lê Erebistan û Amerîkayê rejîma Îranê tawanbarê wê êrîşê dikir.