
Zêrevaniya mafê mirove Sûriyê ragihand ku careke dinê binkeyên hêzên milîs ên girêdayî bi Sipaha terorîste Pastaran li Sûriyê de, bûye armanca bombebaran kirin ji aliyê Îsraîl ve.
Êwariya roja Pêncşemiyê 24ê Kanûna pêşîn a 2020an, Pehpadên Îsraîl binkê parek ji girûpa Fatimiyun li derdora bajarê El Meyadîn di parêzgeha Dêlerzurê bi tundî bombebaran kirine.
Gorî nûçeya ku ji aliyê zêrevaniya mafê mirove Sûriyê ve hatiye piştrastkirin, di wê êrîşêde aliyê kêm 20 kes ji hêzên girêdayî bi Sipaha Pastaran a terorîste rejîma Îranê hatine kuştin.
Girûpên Fatimiyun û Zeynebiyun ku rejîma Îranê bi çek û pere û mudîriyeta Sipaha terorîste Pastaran ve hatine çêkirin, piraniya çekdarên wan 2 girûpan jî Efxanî, Îraqî, Lubnanî û Surî ne, Leşkerê Fatimiyun ji aliyê rejîma Îranê ve bi armanca piştîvanî û parastina Bişar Esed bo Sûriyê hatine şandin.
Hêzên Sipaha Pastaran û girûpên girêdayî bi vê, berdewam li Sûriyê de dikevne ber êrîşa Îsraîl û heta niha dehan hezar kes ji wan hatine kuştin.