Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Militarîze kirina gundê “Nê”yê ji aliyê Garda wîje ve berdewam e

11:39 - 24 Adar 2022

Hêzên Garda wîje û hêzên ewlehiyên rejîmê, cihgîrbûna xwe di gundê “Nê”yê de didomînin û milîratîzekirina wî gundî hêj bedewam e.

Di pêvajoya milîtarîzekirina gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên serkutkerên rejîmê ve ew rewş berdewam e û rejîma Îranê bi cihgîrkirina hêzên Garda Wîje, hêzên ewlehî û leşkeriyên xwe bi hemû awayekê hewla milîtarîzekirina zêdetir a gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê dane ku ew rewşa awarte û militarî çendîn roj e ku berdewam e.

Heta niha  zêdetir ji 61 welatiyên xelkê gundê Nêyê banghêzjî navendên Îtila`atî hatine kirin û ew banghêjkirin hêj berdewam in û rêjeya banghêjkirinê dê hêj zêdetir bibe.

Birêveçûna rêûresmên Newrozê ji aliyê xelkê gundê “Nê” yê ve berteka rejîma terorîstperwer a Îranê li pey xwe anî û navendên ewlehî û leşkeriyên rejîmê dest bi gefxwarin li xelkê kirin û bi tundûtîjî hewla têkdana rêûresmên Newrozê dan ku şer û pevçên jî qewimîn û rejîmê gelek kes bi gulleyên saçmeyî birîndar kirine.

Rejîma Îranê bi lidarxistina rêûresmên Newrozê di piraniya bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê de hewl daye ku bala xelkê bo aliyê xwe rakêşe û pîlan û bernameyên xwe cî bi cî bike lê xelkê welatparêzê Kurdistanê beşdarî di wan rêûresman de nekirine.

Rejîma Îranê di hewl û pîlanên xwede bo ji rêderxistina rêûresmên Newrozê di hember xelkê têkoşer û welatperwerê Rojhilatê Kurdistanê de şikest xwariye.