Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîtarîzekirina Kurdistanê dom heye

13:26 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Totalîter a komara Îslamî ya Îranê, li ser rêya hatûçûya xelk di gundan de binkeyan ava dike û vekolînê li xelkê dike.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê di vê derheqê de ragihandiye: “Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê, li ser rêya hatûçû ya xelkê gundê “Herkiyan” a girêdayî devera “Şipîran” a ser bi bajarê Selmasê, binkeyekî leşkerî avakiriye û bi hûrdî vekolîna xelkê sivîl dike.

Herwisa Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê got: Piraniya hêzên wî binkeyê çaşên girêdayê rejîmê ne, ku jibo azar û eziyeta xelkê danîne û xelk neçarin bo serdana wî gundê, ji nav sîmên binkeyê û herwisa nav qirêşxwarên rejîmê ve derbas bin.

Xelkên wî deverê bi vê sedemê nerazîbûnên xwe nîşan dane. Rejîma Îranê ji wan rêyan ve xelkên deverên Kurdistanê dixîne bin givaşên xwe, û bi hêncetên cuda û nemaze di ser sînoran binkeyên xwe ava dike daku bi berdewamî xelkên wan deveran tepese bik e.