Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milşên girêdayê Îranê li Sûriyê binkeyên xwe vedguhazin

16:55 - 7 Şibat 2022

Milîşên girêdayê rejîma Îranê li Sûriyê ji tirisa êrîşên Arteşa Îsraîlê, binkeyên xwe vedguhazin.

Roja Yekşemî 17`ê Rêbendanê, “Çavedêriya Mafê Mirovî li Sûriyê” ragihandiye: “Milîşên girêdayê Îranê li Sûriyê ji tirisa êrîşên esmanî yên Îsraîlê ve piraniya binkeyên xwe yên leşkerî vediguhazînin.”

Pêke wê çavkaniyê milîşên girêdayê rejîma Îranê binkeyên xwe li nêzî sînorê Îsraîl û Sûriyê veguhastine bo herêmên dîrokî yên wekî “Tedmir” li navenda welatê Sûriyê.

Herwisa “Çavedêriya Mafê Mirovî li Sûriyê” ragihandiye: “Hejmarek zêde ji wan milîşan di hotêlên wekî “Mirdîn Tedmir, Zinobiya” û hotêlên “Xisan Seid” di devera dîrokî ya bi navê “Tedmir” de hatine akincîkirin û çûn bo nava wan hotêlan jî qedexe kirine .

Milîşên tundajo yên girêdayê Îranê ji tirsa mûşek û êrîşên esmanî yên Îsraîlê ve ti aramiyek tininin û heta niha çendîn caran ji tirisan ve binkeyên xwe bo deverên cuda veguhastine.