Kurdistanmedia: Egîd Çimo naskirî bi Mîrê Bilûra Kurdî çû ber dilovaniya xwe.
Roja Înê (1`ê Şobata 2019`an), hûnemend û mozîkjenê Kurd yên bi navê Çimo Egîd û naskirî bi Mîrê Bilûra Kurdî, li temenê 87 saliyî de li Îrewana Ermensitanê, xatirê xwe ji jiyanê xwast.
Her Kurdekî welatparêz û evîndarên muzîka Kurdî, bi dengê bilûra wî mezin bû ye.
Mirê Bilûrê, evindarê hûner û muzîka Kurdî bû.
Mîrê Bilûra Kurdî, bi dengê bilûra xwe, di dilê her take Kurdekî/ê welatparêz de, bêyî ku em bizan in, ew keda Egîdê Cimo û muzika wî, cîhek taybet girtiye.
Mîrê Bilûra Kurdî Egîdê Cimo, ji hunermendan bigire, siyasetvan, ciwan, sinemakar, wêjezan û akademisyenan ve, baş nasdikin û dengê muzika wî bandor li ser hemûyan kiriye.
Egîdê Cimo her dem xwediyê projeyên netewî yên hûner û mûzika Kurdî bûye.
Mûzika stranên Welatê me Kurdistane, Berivanê, Lawkê Metinî, Hekimo û Nurê - Rızo ji xebatên pîroz ên Egidê Cimo bûn e.
Mîrê Bilûra Kurdî Egidê Cimo, di sala 1932`an de, li gundê Erdeşer ya Ermenistanê jidayik dibe.
Malbata wî di salên 1918`an de, li bajarê Wan a devera Bêgirê a girêdayî Bakurê Kurdistanê koçî Ermenistanê dibe.
xwedêjêrazî di heşt saliya xwe de dest bi jenîna bilûrê dike, û piştre hînî jenîna zurnayê, neyê, duzelê û temborê dibe.
Mîrê Bilorê, zarokatiya xwe de diya wî dimire û hêtîm mezin dibe. Diyare ku sêvitîya xwe, kul û azarên xwe bi bilûrê aniya ziman.
Egidê Cimo di sala 1955`an de, dema radyoya Îrewanê vedibe, di avakirina wê de, cîh digire.
Wek muzikjen di xebata radyoya Eriwanê de cîh digire, kolan bi kolan û mal bi mal digere, hûnermend û muzika kurdî peyda dike.
Hemûyan di radyoya Îrewan de kom dike.
Mîrê Bilûrê Egidê Cimo: Di xebata Muzika Aram Tigran, Kerabêtê Xaço, Efroyê Esed, Eslıka Qadir, Aram Tigran, Suska Sımo, Xana Zazê û bi dehan muzisyenên din de, cîh digre.
Mîrê Bilûrê di salên 1960`an de, keça binavê Rindê nas dike û direvîne, dibe gundek din. Dibin xwediyê 5 zarokan. Dibêje: min gellek jê hes dikir. Piştî ku ew dimire nazewice.
Egidê Cimo Di sala 1967`an de, Peymangeha Muzikê ya Melikyan Romanos de xwend û bû xwediyê diplomê.