Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mireba tematê di Îranê de zehmet dest dikeve

11:09 - 27 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Mireba tematê (badimcanê) gellek giran bûye, û bi zehmet hevwelatî dikarin peyda bikin û bikirin.

Bazara tiştên xwarinê jî, ku di encama guherîna berderwam ya nirxa “erz”, rastî giraniyê û kêmiya kelûpelan bûye, vê carê şahidê giraniya tematê û mireba tematê di bazarê de bûye.

Wan rojan temate di bazarê de her kîloyek di navbera 7-7.500 hezarî Tûmenî ye, û hinek jî dibêjin her dest nakeve.

Zêdebûna nirxa badimcanê, ne tenê di bazarê de, belku di torên civakî de, bûye cihê bas û nîqaşa meclisê, û gellek ji karberên torên civakî di “twitter”ê de bas ji giraniya wê kirine.

Her di vê çarçoveyê de ku pêştir serkomarê rejîmê Mehmûd Ehmedînijad ragehandibû ku, “eva ku dibêjin fêkî (êîmîş, mîwe) giran e, ne rast e, û di taxa wan de giran nîne”, karberekî torên civakî ji Hesen Ruhanî pirsyar kiriye ku, “niha tu bêje, ka em mireba tematê (badimcanê) ji kuderê bikin?”.

Karbereke din di torên civakî de nivîsandiye ku malbateke sê kesî hekî omlêtekê çê bike, dibe ku 20 hezar Tûmenî xerc bike, paşan dinivîse, “gelo rastî di vê memleketî de çi xeber e?”.

Esedullah Karger serokê Yekîtiya Fêkî û Şînahiyê di gotûbêja bi ragehandinn derekî re ragehandiye ku sedema zêdebûna nirxa badimcanê zêdebûna hinartinê û gireva kamyondaran e.