Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina gumanbar a keçeke Mehabadî û bertekdana hemwelatiyan

21:20 - 6 Gulan 2015

Kurdistanb Media: Bertekên li ser torên civakî û medyayan derbareya mirina bi guman a keçeke Mehabadî, herçi diçe zêderit dibe. Nûçegihan dibêjin “Ferînaz Xusrewanî” bo rizgarkirina xwe, bi neçarî dest bi xwe kuştinê kiriye.


Li gor rapora malpera Kurdistan Media û ji zarê hejmarek nûçeyên ser torên civakî, roja borî 4 Gulana 2015`an, keçeke ciwan a Mehaba Kurdistana Rojheilat, bi navê Ferînaz Xusrowanî ku li Hotêla Tara ya wî bajarî kar dikir, bi sedema parastina xwe ya jêr zexta destdirêjî kirina cinsî de, xwe ji qata 4`em a hotêlê tavêje û dawiyê bi jiyanê tîne.

Gorî nûçeyên rast û yên nehatî piştrast kirin li ser vê bûyerê, herwiha ji zarê hejmarek hemwelatiyê bajarê Mehabadê, Ferînaz bûye qurbaniya siyasetên çevt yên xwediyê hotêlê yê bi navê “Nadir Molodî”.

Navborî biyava destdirêjiya cinsî ya karmendekî birêveberiya Îtiaata Mehabadê bo destdirêjiya cinsî bi Ferînaz Xusrowanî amade kirye û wê keça Kurd jî bo parastina xwe bi neçarî xwe bilindiya hotêklê re avêtiye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Piştî belavbûna wê nûçeyê di torên civakî de, hemwelatiyan bertekên tundn nîşan dan û nerazî bûna xwe dan xuyandin.
Herwiha bi belav bûneke berfihe a wê nûçeyê li ser medya û torên civakî, ji aliyê kampaniya û girûpên cihê reng, biryar hat dayên xwepêşandan hember wê hotêlê bên lidarxistin.

Heya niha tu nûçeyeke piştrastkirî û nûçegihaniyên girêdayî bi hikûmeta Îranê ev bûyer piştrast nekirne. Herwiha xwediyê hotêla navborî jî nehatiye binçavkirin.

Ferînaz Xusrowanî 26 salî û rûniştyiya Mehabdê bû. Ew xwedî bawernameya karnasî di beşa kampûterê de bû.