Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirîna kesên vaksînekirî di Îranê dehan beranberê standarda cîhanî ye

12:20 - 19 Tebax 2021

Pêka hin belgên ku hatine belavkirin, kesên vaksînekirî di Îranê de ku temenê wan serweyê 60 salî ne, rêjeya mirina wan dehan beranberê rêjeya standard a cîhanê ye.

Navenda Amar û Zaniyariyên Wezareta Tenduristiya Îranê li derheq zêdebûna amara tûşbûna kesên vaksînekirî bi vîrûsa Koronayê û mirina kesên vaksînekirî di Îranê de huşdarî daye û pêka nûçeyan rêjeya mirina kesên vaksînekirî di cîhanê de li her milyonekê 10 kes e, lê ew rêje di Îranê ji her milyonekê 753 kes in.

Berpirsê Zanîngeha Zanistên Pizîşkiya Îranê, “Celîl Kûhpayêzade” gotiye, heta niha li ti menceke Koronayê de evqas hejmara tûşbûnê tine bûye û niha di nexweşxaneyan de ti cihek bo razandina wan nîne.

Pêka amarên Koronayê ku rejîma Îranê li roja Çarşemî 27ê Gelawêjê belav kirine, 359 bajar li rewşa sor, 59 bajar li rewşa narincî û 30 bajar di rewşa zer a Koronayê de ne û 39 hezar û 174 kes pêketiyên nû hene û 583 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rejîma Îranê bi derenganîn, kêmanîn û herwisa vaksenên bê wec û sexte, bû sedem ku vîrûsa Koronayê bibe krîzake metirsîdar û epîdemî û herwisa nebûna derman û rêjeya pêragihîştin û nebûna textên hewce li beşên “ICU” û kepsûlên oksîjenê, trajîdiyeke mirovî di Îranê de bê afirandin.