Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirîşk di bazarên Îranê de nahêne firotin

12:47 - 7 Nîsan 2022

Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de mirîşk nayêne firotin û eva bûya sedem ku mirîşk bi rêjeyek zêde li navendên xwedîkirina mirîşkan de bimînin.

Di bazarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi sedema bilindbûna nirxa mirîşkan û neşiyana kirîna wan ji aliyê xelkê û herwisa kirîna mirîşkên qerisî bi nirxek erzantir, rêjeyek zêde ji mirîşkan li navendên xwedîkirina mirîşkan de mane.

Di vê derheqê de Serokê Navenda Xwedîkirina Mirîşkên Goştî ragihandiye: “Rêjeyek zêde ji mirîşkan li navendên xwedîkirina mirîşkan de mane û dema vê hatiye ku bo nava bazaran bêne veguhastin, lê bi sedema neşiyan kirîna xelkê, bi rêjeyek zêde di navendên xwedîkirina mirîşkan de mane û ger şirketên taybet piştevaniyê nekin, dê mirîşkdarên Îranê rastî zirarên mezin bên.”

Nirxa kîloyek goştê mirîşkan di bazarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji 38 hezar Tumen heta 80 hezar Tumen tê firotin, û nirxa vê bi berhevdanîn digel sala derbasbûyî ji %20.6 bilind bûye.