Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirna bi Korona yê di Îranê de rojane ji 220 kesî derbas bû

12:58 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Pêncşemiyê 9 ê Tîrmeha 2020 an, Sîma Sadat Larî, berdevka wezareta tendirustiya Îranê, ragihand ku di 24 demjimêran de 221 kesan di Îranê de, bi Korona yê canê xwe ji dest dane.

Gorî wan amarên ku li destpêka peyda bûna Vîrûsa Korona yê heya niha ji aliyê rejîmê ve dihatne ragihandin, hejmara miriyan negeheştibû wê qasê.

Ew amara ku bi fermî ji aliyê rejîmê ve tête ragihandin, dûre ji rastiyê û di wê derheqê de berpirsên rejîmê hebxwe jî dibêjin ku mirn û tûşbûna bi Korona yê gelek ji vê hindê zêdetire.

Gorî amara rejîmê heya niha di Îranê de 250 hezar û 458 kes tûş bûne, herwisa heya niha 12 hezar û 301 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Ewa di rewşekê deye ku hine berpirsên rejîmê basê tûşbûna nivya xelkê Îranê bi Korona yê dikin, û hinek jêderên serbixwe basê mirna nêzîkî 70 hezar kesî dikin.

Di demekê de ku di welatên dinê de Korona ber bi kêmiyê ve diçe, di Îranê bi sedema xemsarî û bê kifayetiya rejîma Îslamî ve, roj bi rojê Korona qurbaniyên zêdetir distîne.