Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirna bigumane kardarekî balyozxana Suwîsê li Tehranê

13:14 - 5 Gulan 2021

Nûçegihaniyên navxweye Îranê ragîhandin ku kardarekî balyozxana Suwîsê bi hegera kevtina ji bircekê de, canê xwe ji dest daye.

Roja Sêşem 4 ê Gulana 2021 an, nûçegihaniyan ragihandin ku sikirtêra yekem a balyozxana welatê Suwîsê li Tehranê, bi sedema kavtina ji qata 18an a yek ji bircên Kamraniyê, canê xwe ji dest daye.

Wezareta derwe a Suwîsê jî mirna wê kardara balyozxana xwe li Tehranê piştrast kir.

Termê wê jina 52 salî a kardara balyozxana Suwîsê ku dewsa şikana Dest û Pê û Serê wê ve xuya bû, bo Pizişkiya Qanûnî hate veguhastin.

Herçiqas heya niha ne rejîma Îranê û ne welatê Suwîsê sedemê kevtina wê kardara balyozxana Suwîsê ji 18 qatiya wê bircê ve eşkere nekirne nekirne kanê çawan kevtiye, lê hinek jêder basê kuştin û firedana wê ji bircê ve dikin .

Wezareta derwe a Suwîsê daxwaza lêkolînê li wê derheqê de kiriye ku bête zanîn kanê, wê jinê bi armanca xwekujiyê xwe wê birca bilind re havêtiye xwarê, yan Pê wê weresiyaye kevtiye, yan kesanekan bi meqseda kuştinê ew fire dane, yan pêşda hatiye kuştin û bona devs vinda kirinê birine livê re fire dane?

Balyozxana welatê Suwîsê li Tehranê xêncî evê ku nûneratiya welatê xwe dike, parêzerê berjevendiyên welatê Amerîkaye jî.