
Serkomarê Lubnanê, “Mîşêl Ewin”, li berteka li hember gotinên fermandeyekî Spahê de ragihand ku Lubnanê tî şirîkek bona parastina serbixweiya xwe tinîne.
Roja Yekşemî, 3ê Kanûna Paşîn, Serkomarê Lubnanê, “Mişêl Ewin” di berteka gotina fermandê hêza esmanî yê Spaha Pasdaran a terorîst, “Emîrelî Hacîzade” de ragihand: “Lubnan ti şirîkek bona parastina serbixweyiya welat, deshilat li ser sînoran û azadiya biryardanê, tinîne”.
Çend roj berî niha Pasdar “Emirelî Hacîzade” ragihandibû: “tev hêza mûşekî ku li Lûbnan û Xezê tê dîtin, bi piştevaniya komara Îslamiya Îranê ye”.
Herwisa wî pasdarê terorîst ragihandbû: “Me hevpeyman û dostên xwe li çepera “Moqawimet!!!”ê de bi cihê masî û masîgirtin fêrî çêkirina bendikê masîgirtinê(Berhemanîna mûşek û teqeminiyan” kir û niha wan ew teknolojî hene”.
Xelk û dewleta Lubnanê bi sedema destêverdanên rejîma Îranê hêj nekarîne aramî û ewlehiya xwe biparêzin û welatê xwe ji qeyranên siyasî û aborî derbas bikin.