Dewleta Îraqê ragihand ku, “hêzên ewlehiya yên wî welatî fermandeyekî “DAÎŞ”ê yê bi navê, “Ebû Yasir El-Îsawî” ku îdiaya serokatiya “DAÎŞ” û “Cihgiriya xelîfe” dikir, kuştiye.
Roja Pêncşemî 28ê Kanûna Paşîn, Serokwezîrê Îraqê, “Mistefa El-Kazimî” li ser rûpela xwe a tora civakî ya “Twitter”ê, kuştina wî berpirsê “DAÎŞ”ê pişrast kiriye; Herwisa çend roj berî niha, “El-Kazimî” soza tolhildana wan xwekujiyên li bajarê Bexdayê dabû û piştre Arteşa “Tolhildana Şehîdan” ava kiribû.
Li 2 teqînên li pey hev di bajarê “Bexda”yê de, 35 kesên sivîl hatibûne kuştin û 110 kesên din jî birîndar bibûn; “DAÎŞ”ê ew 2 teqîn girtine stuyê xwe, lewma Serokwezîrê Îraqê civîneke ewlehî-zaniyarî digel berpirsên dezgehên ewlehî û îstixbarata Îraqê lidar xistibû û lêkolîn li ser wan 2 teqînan kiribûn.
El-Kazimî, bona cihgîrkirina aramî û asayîş di îraqê de hewlên micid dane lê, rejîma Îranê bi rêya girûpên girêdayê xwe, tim hewla alozkirina rewşa ewlehî û aramiya Îraqê daye, çend caran ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve bi wan girûpan û rejîma Îranê re, hişdarî hatiye dan.
Girûpên ser bi rejîma Îranê bi afirandina fitne, nearamî û alozkirina asayîşa Îraqê, dixwazin bo tedaxula zêdetir a rejîma Îranê di karûbarê hundir û herwisa bona birêveçûna siyasetên rejîma Îranê li Îraqê, rê xweş bikin.