Serokwîzîrê Îraqê, “Mistefa Elkazimî”got: rêjeya nizamî ya milîsên “Rub`ullah” li bajarê Bexdayê, kiryareke tevdaniyê binav kiriye ku, armanca wê alozîxistin di nava ewlehî û aramiya Îraqê ye.
Roja Pêncşemî 25ê Adarê, girûpeke çekdar ya bi navê “Rub`ullah” bi hejmareke maşînan di deverên girîng yên bajarê Bexdayê weke nêzî Wezareta Hundir a Îraqê, nimayîşa leşkerî bi rê ve biribûn; Berpirsên Îraqê wê girûpê û çend girûpên din yên wekî “Ketayîb Hizbullah”, girûpên girêdayî bi rejîma Îranê dizanin.
Mistefa Elkazimî tevî îşare kirin bi handerbûna nimayîşa leşkerî ya “Rub`ullah”ê, daye zanîn ku armanca wan têkdan û alozkirina rewşa aramiya Îraqê û dûrxistina Îraq ji birêveberina rola xwe ya rastîn e û got: “Hin kes hene ku di ser wê bawirêne dibe bi çekan gefan li hikûmetê bikin, welatê min ji ti kesekê natirse, lê şer û pevçûn êdî bes e, em naxwazin ceribandina serdemê Sedam Husên dubare bikin”.
Pêka raporan, hêzên “Rub`ullah”ê bi maşînên ku çekên giran, rakêt havêj û alavên din yên leşkerî li ser bûn di şeqaman de dihatin û diçun û ragihandin: “Her kes an aliyek li dijî Amerîka û aliyên girêdayê Amerîkayê çekê hilgire, pêşewaziyê lê dikin”.