Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Amerîka mijûl e Îranê lawaz dike, ew yek jî bo me girîng e

01:19 - 7 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ di hevdîtinekê de, digel malpera “Peregraf” bas ji siyasetên Amerîkayê li hemberî Komara Îslamî û rola hizbên Kurdistana Îranê kiriye, û awirek daye hinek pirsên girîng ên rojevê.

Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ di vê hevdîtinê de, derheq metirsiya rûdana şerê navxweyî di navbera hizbên Rojhilata Kurdistanê de, ragehandiye: “Ew metirsiya heye, lê renge gellek bihêz nebe, lê em nikarin haşayê lê bikin.

Bi taybet me ezmûna vê yekê heye. Di destpêka şoreşa gelên Îranê de, piştî nemana şah, me ew yek dît. Di beşên din ên kurdistanê de jî, me ew yek dîtiye, lewra dibe ku digel wan aliyan, bi taybetî digel wan aliyên ku hêza çekdar hene, em bikarin bigihîjin hin xalên hevbeş”.

Derheq Navenda Hevkariya Hizbên kurdistana Îranê  û nebûna hêzeke çekdar ya hevpar di nava hizbên Kurdistanê de jî dibêje: “Ew pênc aliyên li Navenda Hevkariyê de metirsiya çendhêziyê hest pê kirine, û li ser vê bingehê jî ew navend pêk anîne, lê ew yek bes nine, û dibe aliyên din jî bixwînin, û digel wan jî kar bikin”.   

Derheq bandor û qazancên siyaseta nû ya Amerîkayê bo xebata hizbên Rojhilata Kurdistan, birêz Hicrî dibêje: “Em û neteweyên din jî, tiştek dest me dikeve, û ew yek nahê vê watayê ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê, ji aliyê Amerîkayê ve diherife, û em diçin û dibin alternatîv, belku tê vê watayê, ku Amerîka mijûl e Îranê lawaz dike di hemû warekî de, ku ew jî xaleke girîng e bo me, ku Îran bê lawazkirin”.

Hicrî ser vê baweriyê ye, herçend ku Îran lawaz be, bo wan û netewyeên din û azadîxwazên Îranê baştir e, “Jiber ku me jêve ye ku qadeke baştir wê bikeve dest me de, bona domandina xebatê û bidestxistina mafên me di siberoja Îranê de”.