Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mistefa Hicrî” bi hilkefta cejna “Xawenkar” peyamek belav kir

10:25 - 2 Çirriya paşîn 2020

Lêpirsyraê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta cejna “Xawenkar” a Ola “Yarisan” peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Nexweşiya Korona cejna “Xawenkar” jî guherî û mixabin rê neda ku hevnîştimaniyên me yên Kurd pêka Ola Yarî, cejna xwe di cihê xwe yên pîroz de lidar bixin.

Tevî pîrozbahiya rêûresma taybet bi wê cejnê ku di rojên derbasbûyî de hatine lidarxistin û roja cejna dawiya wê, li tev peyrewên Ola Yarî û li tev Yarisanên hevnîştimaniyên me, em hêvaxwazin ku nexweşî û nehametî li ser Kurdistana me dûr bikeve da ku tev hevnîştimanên me bi aştî û aramî bijîn û yad û boneyên xwe yên pîroz lidar bixin.

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ

Mistefa Hicrî

11`ê Xezelwer a 1399`an a Rojî

1`ê Çirriya Paşîn a 2020`an